Li pişt xetên agir jin barê giran ji ber şer û pevçûnan hildigrin
Di her şerî de, yên dibin hedef jin in. Her çendî çîrokên der barê şer û pêşketinên siyasî de tên nivîsandin cuda bin jî çîrokên jinan heman in.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Şer êdî ne wêneyên dûr ên ku li ser şaşeyan tên temaşekirin; bûne rastiyek domdar ku bandorê li jiyana rojane ya bi milyonan kesan dikin. Her çendî cîhan bi dînamîkên hêzê û encamên pevçûnan ve mijûl be jî çîrokên mirovî yên tevlihevtir li pişt çîrokên veşartî yên pişt dîmen dimînin. Bi taybetî ezmûnên jinên ku di bêdengiyê de dijîn.
Jin di dema şer de bedelên du qat girantir didin. Ev bedêl bi windakirina ewlehî û aramiyê dest pê dike û bi rolên nû yên ku neçar in di nava malbat û civakê de bigrin didome. Ji ber nebûna kesên debara malbatê pêk bîne yan jî belavbûna pergala civakê, gelek jin rasterast bi zor û zehmetiyên jiyanê re rûbirû dimînin, her dem di bin zextê de dimînin.
Bandorên şer ne tenê bi windahiyên madî sînordar in; di heman demê de binpêkirinên piralî yên wekî tundiya li ser bingeha zayendî, koçberiya bi darê zorê û windakirina debara jiyanê bi xwe re tînin. Ev yek ezmûna şer ji bo jinan tevlihevtir dike.